Serok Barzanî bi Konsulê Fransayê re gesedanên dawî gotûbêj kir

01 August 2024 19:11 0 dîtin
Serok Barzanî bi Konsulê Fransayê re gesedanên dawî gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 1ê Tebaxê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Yan Brem kir.

Hate ragihandin ku Serok Barzanî, di civîna ligel Konsulê Giştî yê Fransayê de, tekezî li ser dostanî û pêwendiyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê û pêşxistina wan kir.

Baregeha Barzanî da xuyakirin: “Di civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser geşedanên dawî yên siyasî li Iraq û deverê û pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û herwiha hilbijartinên Parlemana Kurdistanê bi hev guhertin.”