Welatekî dawî li hevkariya leskerî ya bi Amerîkayê re anî

18 March 2024 20:03 0 dîtin
Welatekî dawî li hevkariya leskerî ya bi Amerîkayê re anî

PeyamaKurd – Piştî ku Fransayê hêzên xwe yên misyona hevkariyê ji Nîjerê sala borî kişandin, niha jî deshilatdariya Nîjerê ragihand ku hebûna Amerîkayê li paytexta Nîjer Naîmeyê neyasayî ye.

Deshilatdariya Nîjarê herwiha peymana hevkariya leşkerî ya bi Washîngtonê re ku di sala 2012yan de hatibû îmzekirin jî betal kir û ti hevkariyeke wan a leşkerî bi Amerîkayê re nema.

Hêjayî gotinê ye, rejîma Nîameyê 26ê Tîrmeha 2023yan bi darbeya leşkerî hatibû ser kar û piştî bi demeke kurt jî dawî li peymanên hevkariya leşkerî ya bi Fransayê re anîbû ku leşkerên fransî dawiya Kanûna 2023yan ji Nîjerê derketibûn.