Frokeyên Iraqê li DAISê dan: 3 terorîst hatin kustin
PeyamaKurd - Di operasyoneke asmanî ya artêşa Iraqê ya li dijî baregeheke DAIŞê ya Çiyayê Hemrînê de 3 DAIŞî hatin kuştin.
Fermandeya Operasyonên Hevpar a Iraqê ragihand ku piştî çavdêriyeke hûr û drêj a şaneyeke fermandeya wan, îro li dijî baregeheke DAIŞê ya li Çiyayê Hemrînê, li ser sînorê parêzgeha Diyalayê hêrişeke asmanî pêk hatiye.
Fermandeyê da zanîn ku di operasyona ku bi frokeyên F-16 pêk hatiye de, baregeha DAIŞê hatiye wêrankirin û di encamê de herî kêm 3 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.
Di daxuyaniya Fermandeya Operasyonên Hevpar a Iraqê de hate gotin ku di vê operasyonê de hejmareke şikeft, embar û xalên leşkerî yên DAIŞê jî hatine wêrankirin.
Fermandeya Operasyonên Hevpar a Iraqê duh jî ragihandibû ku hêzên wan û yên Dijeterorê, li Dozxurmatûyê jî li dijî DAIŞê operasyoneke hevpar pêk anîne û di encama vê operasyonê de 7 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin