Fuad Husên: Êrîskirina ser xaka Iraqê nayê qebûlkirin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro Çarşemê li paytexta Urdin Emanê di civîneke rojnamevanî de axivî û got, “Êrîşkirina ser xaka Iraqê nayê qebûlkirin.. Nabe ti grûb û rêxistin jî axa Iraqê ji bo êrîşkirina welatên cîran bikar bînin.”
Husên di civîna rojnamevanî ya ligel hempîşeyên xwe yên Misir û Urdinê de, li ser êrîşên Tirkiyê û Îranê yên ser Herêma Kurdistanê got ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî bi hikûmetên van welatan re bi berdewamî di nava diyalogê de ne.
Fuad Husên bibîr xist: “Hin ji van pirsgirêkan vedigerin demên berê. Hinek pirsgirêkên din jî hene, wek hebûna rêxistinên siyasî di nav axa Iraqê de.”
Fuad Husên herwiha ragihand, “Em pabendî Destûra Iraqê ne ku rê nade ti rêxistin axa Iraqê ji bo êrîşkirina welatên cîran bi kar bîne lê di heman demê de êrîşkirina ser xaka Iraqê jî nayê qebûlkirin. Divê ev pirsgirêk bi diyalogê werin çareserkirin.”
Husên li ser çareserkirina pirsgirêkên bi Tirkiyê û Îranê re jî got: “Em bi hikûmetên her du welatan re bi berdewamî di pêwendiyê de ne da ku em bigihin çareseriyekê ji bo parastina serweriya Iraqê. Herwiha divê rê neyê dayîn ku rêxistin li dijî welatên cîran ti çalakiyan bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin