Le Drian û Fuad Husên civiyan: Divê rêz li serweriya xaka Iraqê bê girtin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian li Bexdayê yekem hevdîtina xwe ligel hevtayê xwe yê Iraqê Fuad Husên pêk anî.
Di civîna rojnamevanî ya piştî hevdîtinê de, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian li ser êrîşên Tirkiye û Îranê bi ser Iraq û Herêma Kurdistanê de got, pêwîst e rêz li serweriya xaka Iraqê were girtin û destnîşan kir: “Fransa bi hevkariya Iraqê di şerê DAIŞê de berdewam dibe.”
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî di civînê pesnê rola Fransayê di hevkarîkirina Iraqê ya di şerê li dijî terorê de da û hêvî xwest, ew hevkarî berdewam bike.
Fuad Husên da zanîn ku wî ligel hevtayê xwe yê Fransî, pirsa çarenivîsa zîndaniyên DAIŞê li Iraqê guftûgo kiriye.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian piştî bidawîbûna hevdîtinên xwe yên li Bexdayê, derbasî Hewlêrê dibe û berpirsên pilebilind ên Kurdistanê re dicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin