Fuad Husên: Îranê li ser êrîsa Hewlêrê heta niha ti belge pêskes nekirine

24 April 2022 14:39 0 dîtin
Fuad Husên: Îranê li ser êrîsa Hewlêrê heta niha ti belge pêskes nekirine

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bibîr xist ku cihê Îranê li Hewlêrê bi moşekan kiriye armanc, ne baregeha ti aliyan bû û diyar kir, heta niha Îranê ti belge pêşkêş nekirine.

Fuad Husên di hevpeyvîne ligel kanala “Alhadath” a Siudî de got, ew cihê li Hewlêrê ku Îranê di meha Adara borî de bi moşekan armanc kiriye, mala welatiyekî bû û ti baregeh lê nebûn. Husên da zanîn ku heta niha jî ti belge neketine destê wan ku tometên Îranê tekez bike.

Fuad Husên diyar kir, Îran bi niyaz bû ku şandeke xwe bişîne û belgeyan pêşkêş bike, lê heta niha kes neşandiye û ti belge jî pêşkêş nekirine.

Hêjayî gotinê ye, Supaya Pasdarên Îranê berpirsiya êrîşa moşekî ya 13ê Adarê bi ser Hewlêrê de ku xaniyê welatiyekî Kurd hatibû hilweşandin li xwe girtibû û îdia kiribû ku ew navendeke îstixbarata Îsraîlê bûye.