Fuad Husên: Îranê li ser hebûna MOSSADê li Hewlêrê ti belge pêskes nekirine
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, li ser tohmetên hikûmeta Îranê ku hebûna îstixbarata Îsraîlê li Herêma Kurdistanê dike behane û êrîşên ser Hewlêrê rewa dibîne daxuyanî da.
Fuad Husên destnîşan kir ku heta niha Îranê li ser hebûna Mossada Îsraîlê li Hewlêrê, ti belge pêşkêş nekirine.
Husên di hevpeyvîna kanala Dîcle ya Iraqî de got: “Şanda Îraqî bi serokatiya min ligel Şêwirmendê Asayişa Nîştimanî ya Iraqê Qasim El-Erecî, ligel şandeke leşkerî serdana Îranê kir, da ku çend pirsan derbarê êrîşa moşekî Îranê li ser Hewlêrê bikin.. Aliyê Îranî Bexda agahdar kir ku Mossad mala ku li Hewlêrê bûye armanca moşekan bi kar tîne, bêyî ku ti delîlên berbiçav û zelal di vê derbarê de pêşkêş bike.”
Wezîrê Derve yê Iraqê diyar kir: “Ji me re seyr e, ji bo çi Îran bi sedema bersivdana Îsraîlê, êrîşî Herêma Kurdistanê dike! Nabe ev bûyer dubare bibe.”
Fuad Husên herwiha da zanîn, Iraqê nerazîbûna xwe li hember van kiryarên Îranê ragihandiye û da xuyakirin, “Eger li cem Îranê zanyariyên li ser bikaranîna wê mala li Hewlêrê ji aliyê Mossadê ve hebûn, çima berê aliyê Iraqî agahdar nekiriye?”
Hêjayî gotinê ye, 13ê Adara 2022an maleke sivîl li Hewlêrê bi 12 moşekên Balîstîk yên dûravêj hatibû aramanckirin û sûpaya pasdarên Îranê ew êrîş li xwe girtibû û îdia kiribû ku wan li maleke MOSSADê xistiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin