Fuad Husên îro gihîst paytexta Îranê

27 February 2021 14:29 0 dîtin
Fuad Husên îro gihîst paytexta Îranê

PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê Fuad Husên, îro gihîşt paytexta Îranê.

Li gor Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf do diyar kiribû, Fuad Husên dê bi berpirsên Îranê re li ser pêwendiyên Tehran û Bexdayê gotûbêj bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Wezîrê Derve yê Iraqê roja 3yê vê mehê jî serdana Îranê kiribû û bi berpirsên wî welatî re hevdîtin kiribû.