Sanda danûstankar a Iraqê bi serokatiya Fuad Husên gihîst Amerîkayê
PeyamaKurd – Şanda danûstankar a Iraqê, bi serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên, gihîşt Amerîka û wê dest bi gereke din a diyaloga stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de bikin.
Şandeke Iraqê, bi serokatiya Wezîrê Karên Derve Fuad Husên, bi armanca beşdariya di gera çarem a diyaloga stratejîk di navbera Amerîka û Iraqê de ku biryar e 23ê Tîrmehê dest bê bike, serdana Amerîkayê kir.
Biryar e hefteya bê jî, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Washingtonê bike û roja 26ê Tîrmehê li Koşka Spî bi Serokê Amerîka Joe Biden re bicive.
Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdulrehman diyar kiribû, wê nûnerên Herêma Kurdistanê jî beşdarî diyaloga stratejîk a Iraq û Amerîka dibin.
Herwiha Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîka Ned Price di daxuyaniyeke rojnamevanî de da zanîn, dawiyê vê hefteyê diyaloga stratejîk a Iraq û Amerîka derbarê man yan vekişîna hêzên me ji Iraqê tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin