Sanda bi serokatiya Fuad Husên serdana Rûsya dike
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku şandeke hikûmeta Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên wê serdana Rûsyayê bike.
Berdevkê wezareta derve ya Iraqê Ehmed Sehaf bi daxuyaniyekê ragihand, şandeke hikûmeta Iraqê bi serokatiya wezîrê derve Fuad Husên îro serdana Moskowê dike.
Ehmed Sehaf da zanîn, şanda Iraqê dê bi wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û çend berpirsên din yên Rûsyayê re hevdîtinan pêk bîne.
Berdevkê wezareta derve ya Iraqê da xuyakirin ku şanda Iraqî ya ku wezîrê bazirganiya Iraqê jî tê de cî digire wê bi berpirsên Rûsî re li ser neft, bazirganî û hin mijarên din gotûbêjan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin