Fuad Husên û Ebdullahiyan li ser êrîs û topbarana Îranê axivîn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahyan û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di pêwendiyeke telefonî de, topbarana hêzên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine.
Li gorî medya fermî ya Îranê, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan bi telefonê bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên re axiviye û gotiye: “Em ê êdî qebûl nakin ku ji aliyê komên ku li herêmê têne parastin ve werin tehdîdkirin.”
Wezîrê Derve yê Îranê îdia kiriye, “Piştî derbasbûna çar dehsalan, tevî sozên li dû hev ên berpirsên herêmê (Herêma Kurdistanê), mixabin çalakiyên grûpên çekdar ên terorîstî yên li dijî ewlehiya neteweyî ya Îranê ji axa herêmê (Herêma Kurdistanê) berdewam in.”
Ebdullahiyan gotiye, “Tevî rêzgirtin û pabendbûna me ji bo pêşxistina pêwendiyên di asta bilind de di navbera her du welatan de, weke ku rayedarên pilebilind ên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê teqez kirine, em berdewamiya destdirêjî û hewlên terorîstî yên grûpên niştecihbûyî li herêmê qebûl nakin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, hêzên Pasdarên Îranê piştî belavbûna protestoyên dijî kuştina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê, 28ê Îlona 2022an bi dronên bombekirî û moşekan êrîşî ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li Koyê, Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) li nêzîk Pirdê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li Zirguwêzê kiribû û di encamê de 17 kes şehîd bûbûn û 52 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin