G7 ji Îranê daxwaz dike ku demildest dest bi diyalogê bike
PeyamaKurd – G7 daxwaz ji Îranê dike ku li ser bernameya nukleerî vegere dîplomasiyê. Rêxistinê Îran bi sedema sereke ya bêîstiqrariyê tawanbar kir û hişyarî da li hember bikaranîna girtin û kuştina biyaniyan weke amûreke tepisandinê.
Di daxuyaniyekê de piştî civîna xwe ya duh li Kanadayê, wezîrên karên derve yên vê komê got ku Tehran “Çavkaniyek girîng a nearamiyê li Rojhilata Navîn e.”
Komê bang li Îranê kir ku “niha rêya xwe biguhere, rageşiyê kêm bike û dîplomasiyê tercîh bike.”
Tehran, li hember sepandina mueyîdeyên nû ku wezîrê petrolê yê di hikûmeta Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan de jî di nav de ye, rêveberiya Amerîkayê bi siyaseta xwe ya cezakirin û zextê li ser “welatên serbixwe” weke “girêdayî” bi nav kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî di daxuyaniyekê de ragihand ku mueyediyên nû delîlên binpêkirina qanûnên navdewletî û xapandina Amerîkayê ji aliyê Amerîkayê ve ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin