Macron ji Îranê daxwaz dike dest ji pêtandina uranyumê û çalakiyên atomî berde

10 August 2021 11:29 0 dîtin
Macron ji Îranê daxwaz dike dest ji pêtandina uranyumê û çalakiyên atomî berde

PeyamaKurd – Koşka Elysee bi daxuyaniyekê diyar kir, Serokomarê Fransayê Emmuel Macron ji Îranê daxwaz dike ku dest ji çalakiyên xwe yên atomî berde û demildest vegere danûstandinên Viyenayê. Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî li hember vê, daxwaza garantiya mafên Îranê dike.

Koşka Elysee da zanîn; Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi hevtayê xwe yê Îranê Îbrahîm Reîsî re axiviye û jê daxwaz kiriye ku dest ji pêtandina uranyumê û çalakiyên atomî berde û demildest vegere danûstandinên Viyenayê.

Li gor ragihandina Koşka Elysee, Macron soz daye Reîsî ku ji bo çareserkirina kêşeyan hemû hewlên xwe dê bide.

Serokomarê Fransayê bi Serokomarê Îranê re, li ser Rojhilata Navîn, Iraq û Lubnanê axiviye û Macron rijd bûye li ser wê yekê ku welatê wî li ser parastina azadî û asayîşa tevgera deryavanî ya navdewletî û seqamgîriya Iraq û Lubnanê.

Li hember wî, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî destnîşan kiriye, Amerîka ji pabendiyên xwe vekişiyaye û rêkeftinê binpê kiriye, şikestina welatên Ewropayê sedema sepandina sizayên Amerîkayê bûye bi ser Îranê de.

Di pêwendiya telefonî de Reîsî daxwaza garantîkirina mafên welatê xwe di danûstandinên Viyenayê de kiriye.

Li ser rewşa Kendav û Rojhilata Navîn, Îbrahîm Reîsî eşkere dike, parastina asayîş û seqamgîriya Kendav û Bendera Uman cihê girîngiya mezin a welatê wî ye û ew ê li hember her hewleke ku seqamgîriya herêmê têk bide, rawestin.

Ji meha Nîsana îsal heta meha Hezîranê, 6 gerên gotûbêjan li Viyenayê ji bo zindîkirina rêkeftina atomî birêve çûn. Civîna herî dawî di 20ê Hezîranê de bû, lê heta niha negihîştine rêkeftinekê. Niha ti demek ji bo lidarxistina gera heftem a van danûstandinan, nehatiye diyarkirin.