G7: Yên alîkariya Rûsyayê bikin wê bedelên giran bidin…

19 April 2023 21:19
G7: Yên alîkariya Rûsyayê bikin wê bedelên giran bidin…

PeyamaKurd - Di civîna wezîrên derve yên 7 welatên xwedî aboriya pêşketî yên cîhanê (G7) de, hat ragihandin ku ew di sepandina dorpêçên tund bi ser Rûsyayê de bi biryar in.

Di civîna wezîrên derve yên G7an de ku li Japonyayê hat lidarxistin, hat destnîşankirin ku di civînê de soz hatiye dayîn ku yên alîkariyê bidin Rûsyayê wê bedelên giran li ser bên sepandin.

Hêjayî gotinê ye, ev hişyariya G7an piştî rojekê bi daxuyaniya Wezîrê Berevaniya Çînê ya derbarê zêdekirina hevkariya ewlekarî û siyasî ya ligel Rûsyayê de, hat dayîn.

Di danezana civîna G7an de, hat diyarkirin ku Rûsya bi êrîşên dijî sivîlan û binesaziyê tawanên şer li Ukraynayê dike û nabe ev zilimkariya wê bê ceza bimîne.