NY: Em ê di heyama veguheziyê de bê merc alîkariya Sûriyê bikin
PeyamaKurd – Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq û Serokê Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Amar Bendjama li ser rewşa Sûriyeyê got, ew dê ji bo derbasbûna heyama veguheziyê alîkariya gelê Sûriyeyê bêyî ti mercekê bikin.
Amar Bendjama behsa pêşhatên li Sûriyeyê û paşeroja Sûriyeya nû kir û wiha got: “Li Sûriyeyê û li ser biryara 2254an, rast e ku ev biryar hinekî kevn xuya dike lê dema ku hûn careke din wê bixwînin, hûn dê di vê biryarnameyê de prensîb, prensîbên ku em dikarin li ser wan paşerojek çêtir ava bikin bibînin. Hemû Sûriyeyî divê di welatekî di nava aştiyê de û di nava pêvajoyeke berfireh de rêveberiyeke nû ya Sûriyeyê ava bikin. Li Sûriyeyê, helwesta me wekî welatekî dostê gelê Sûriyê ye ku dîroka me ya dirêj a dostaniyê bi Emîr Ebdulqadir ve heye. Helwesta me ew e ku ji bo derbaskirina vê veguhêziyê, divê em alîkariya gelê Sûriyeyê bikin ne ku şert û merc ji pêvajoyê re bên danîn.”
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq jî li ser paşeroja hilbijartinên Sûriyeyê got: “Em dê bi aliyên cuda re binirxînin ka çi demek baş e. Geir Pedersen bi gelek aliyên cuda re dicive û em dê wî li ser erka wî bihêlin bila karê xwe bike. Ew dê li ser vê meselê bi raporekê Encumena Ewlehiyê agahdar bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin