Gazprom ji nû ve gazê dide Ewropayê

19 January 2024 16:00 0 dîtin
Gazprom ji nû ve gazê dide Ewropayê

PeyamaKurd - Kompaniya neftê ya Rûs Gazpromê ragihand ku wê roja Îniyê, bi ser Ûkraynayê ve, ji bo ewropayê dest bi herikandina gazê bike.

Weke tê zanîn piştî destpêkirina şerê li Ûkraynayê pirsgirêka gaza Rûs, bi taybetî ji bo welatên Ewropayê bûbû pirsgirêka herî mezin, lewre Rûsya, dabînkara herî mezin a enejyiya Ewropayê bû.

 Gazpromê piştî destpêkirina şerê Ûkraynayê, di 5ê Îlona 2022yan de bi sedemkirina ‘terivîna Xeta Lûleya 1ê ya Herikîna Bakur’ ji bo Ewropayê herikîna gazê heta demeke nediyar rawestandibû.

Gazpromê ragihand ku wê roja Îniyê, bi ser Ûkraynayê ve, ji bo destpêkê 42,4 milyon metrekup gazê arasteyî Ewropayê bike.