Gelek xebatkarên Kurd yên Facebookê û Instagramê hene
PeyamaKurd – Li Almanya li bajarê Essenê li baregehên Facebookê û Instagramê 37 xebatkarên Kurd dixebitin. Xebatkarên Kurd giliyên muşteriyan dişopînin, dîmenên qedexe û ne di rêde ji yên din vediqetînin. Li gor ragihandina Rûdawê; ji xebatkaran 29 ji wan Kurdên Binxetê ne û 4 ji wan yên başûrin.
Xebatkarên her dû torên medya civakî yên Kurd, kontrola giliyan dikin, parvekirinên di wan de kîn, nefret, şiddet, îstîsmara zarokan hebin, parvekirinên wan yên Kurdî Erebî şirove dikin û biryara jêbirinê an dewamê didin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin