Generalê Amerîkî: Wê bersiva Amerîka ya êrîseke nukleerî ji bo Rûsyayê ruxîner be!
PeyamaKurd - Fermandarê berê Ewropayê di artêşa Amerîkayê de General Ben Hodges, ragihandina seferberiyê ya Rûsyayê bo şerê Ukraynayê û gefên bikaranîna çekên nukleerî ji rojnameya Brîtanî Daily Mail re nirxand û got, wê bersiva êrîşeke wiha bê dayîn.
General Hodges li ser seferberiya qismî ya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn got ku li gorî wî îhtimala êrîşke bi çekên nukleerî li ser Ukraynayê nîne, lê heger Pûtîn fermaneke wiha bide, wê rastî berteka tund a Serokê Amerîkayê Joe Biden were û bersiva wê bê dayîn.
General Hodges bibîr xist ku Pûtîn dizane wê Amerîka bersiva bikaranîna çeka nukleerî bide, lê dibe Amerîka li hember çeka nukleerî bikar neyîne û wiha dewam kir: “Berteka Amerîka dibe ku ne bi çeka nukleerî be, lê wekî mînak dikare êrîşeke ruxîner a ku fîloya Derya Reş a Rûsî û baregehên Kirimê yên Rûsyayê tune bike, pêk bîne. Ez difikirim ku Pûtîn û derdora wî ne dilxwaz in ku Amerîkayê bikişînin nav şer.”
Li aliyê din Wezareta Derve ya Brîtanyayê jî ragihandiye ku divê gefên Pûtîn cidî bên girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin