Generalê Amerîkî: “Amerîka nikare fuzeyên Rûsan bixîne”
PeyamaKurd- Li gor nûçeya di Rojnama Russia Today (RT) de derketiye, orgeneral Hyten gotiye ku Washington nikare li hemberê fuzeyên Rûsyayê diberxwe bide û talûkeya herî mezin jî fuzeyên Rûs yên seyîr û hîpersonîk nîşan daye û hem keştiyên noqavê yên bi navê Poseidon jî îşaret kiriye. Hyten weha dewam dike:
“Van sîlihan her dem dikare berê xwe biguhêre û serÊ me bixe belayê. Ev deh sale ez di nava endîşê de me. Ez dikarim bêjim îro bo parastina welatê me şiyanên me hene. Lê di pêş de kesên wezîfa min bigre ser xwe, bo wan ez endîşe dikim.”
Hyten bo senatorên Amerîkayê behsa taybetmendiyên fuzeyên Rûsyayê kir û got ku sîstema Amerîka ya niha dikare wan tesbît bike lê paşî fuze ji ortê wenda dibin û heya li hedefê bixin, nayên dîtin. Wekî din jî di mijara nûkirina sîstema parastina Amerîkayê de general got ku divê balafirên bombardimanê yên stratejîk, sîstemên fuzeyan yên bejayiyê û yên keştiyên noqavê bên nûkirin û divê bo wan pere bên veqetandin. Li gor Hyten 1 trîlyon dolar bo wan pêwiste.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin