Generalê Amerîkî: Wê Îran bersiva teqînan bide
PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CETCOM) General Kenneth McKenzie ji Washington Postê re ragihandiye ku wê Îran bersiva teqînên li kargehên atomî û baregehên leşkerî yên Îranê bide.
Çend roj berê hejmarek teqîn li Îranê rû dabûn ku ji wan teqînan Îsraîl û Amerîka berpirs têne dîtin.
McKenzie di daxuyaniya xwe ya Washington Postê de gotiye, “Li gorî serpêhatiyên min, Îran dibêje ew dê bersivê bidin.”
Li aliyê din Şêwirmendê Serokwezîrê Îsraîlê Edy Cohen jî di twîtekê de bal kişandiye ser û gotiye, Kurdên Rojhilat (Îran) û Erebên Ehwaz amade bin, tevgera rûdanan bileztir û zêdetir dibe.
Ev daxuyanî jî piştî wan teqîn û êrîşên ser baregehên Îranê tê ku tê diyarkirin, wê çalakiyên Îsraîlê li dijî Îranê berdewam bin û dibe ku rûdanên mezintir di demeke nêzîk de li Îranê rû bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin