Germiyan | Li Kelarê bi pileya 4,6an erdhej çêbû
PeyamaKurd - Desteya Giştî ya Seqanasî û Erdhejan a Wezareta Veguhestina Iraqê ragihand ku îro 18ê Tîrmehê li Kelar a navenda îdareya serbixwe ya Germiyanê erdhejek bi pileya 4.6 çêbûye.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku erdhej li demjimêr 11:04 bi hêza 4.6 li Kelarê rû daye û navenda erdhejê 9 kîlometre li başûrê rojhilatê Kelar bûye. Lê derbarê ziyanan de ti agahî nehatin belavkirin.
Hat gotin ku hemwelatiyên li sînorê parêzgeha Silêmaniyê jî hest bi erdhejê kirine û daxwaz ji hemwelatiyan hat kirin, hişyar bin û guhnedin nûçeyên derew û pêbend bin bi tevgera pêwîst a li hember bûyerên erdhejê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin