Girtin û dadgehkirina dadwerê îdamkar bû sedema krîzê di navbera Swêd û Îranê de

03 May 2022 20:44 0 dîtin
Girtin û dadgehkirina dadwerê îdamkar bû sedema krîzê di navbera Swêd û Îranê de

PeyamaKurd – Welatê Swêd dadwerekî rejîma Îranê yê bi navê Hemîd Nûrî ku sala 2019an li Stocholmê hatibû binçavkirin dadgeh dike û ev jî bûye sedema krîzê di navbera herdu welatan de.

Wezareta Derve ya rejîma Îranê li ser dadgehkirina Hemîd Nûrî li Swêdê, balyozê Swêd ê li Tehranê gazî kir û daxwaza dawîanîna dadgehkirina Hemîd Nûrî û serbestkirina wî kir.

Hemîd Nûrî bi sedema cinayet û kuştina hepsiyên siyasî di sala 1988an de, li dadgeha Swêdê hatibû dadgehkirin û dadgehê daxwaza hepsa heta hetayê ji bo wî kiriye.

Hemîd Nûrî li sala 2019an li balafirxaneya bajarê Stockholma paytextê Swêdê bi tawana beşdarî li îdamkirina girtiyên siyasî li sala 1988an hatibû binçavkirin.

Dadgehkirina dadwerê îdamkar ê Îranê  bûye sedema krîzekê di navbera herdu welatan de û Wezareta Derve ya Swêdê daxwaz ji xelkê Swêdê kiriye serdana Îranê nekin.