Girtiya jin Garîbe Gezer di Girtîgeha Kandirayê de canê xwe ji dest da

10 December 2021 12:30 0 dîtin
Girtiya jin Garîbe Gezer di Girtîgeha Kandirayê de canê xwe ji dest da

PeyamaKurd – Hat îdiakirin, Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê ya Jimare 1 a Tîpa Fyê de dima xwe kuştiye. 

Girtî Garîbe Gezer ku di Girtîgeha Kandirayê ya Jimare 1 a Tîpa Fyê de dima, canê xwe ji dest da. Rêvebiriya girtîgehê xeber da malbatê û îdia kir ku Gezerê xwe kuştiye. 

Parêzer Eren Keskîn jî têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev tişt gotin: "Bîskek berê me ji Girtîgeha Kandirayê xeber stend ku muwekîla me Garîbe Gezerê xwe kuştiye. Ew mexdûra îşkenceyê bû. Cezayê wê yê hucreyê hebû. Midûrê girtîgehê telefonî xwişka wê kir, mixabin Garîbeya me çû. Parêzer Jiyan Tosûn û Parêzer Jiyan Kaya diçin cem wê." 

Gezer, bi rêya parêzeran û di nameyên şandibûn de ragihandibû ku bi tena serê xwe di hucreyekê de ye, bi awayekî sîstematîk tê îşkencekirin û gardiyanan tecawizî wê kiriye.