Komele û kesûkarên girtiyan: ‘Girtîgehan bikin nexwesxane’

31 March 2020 11:54 0 dîtin
Komele û kesûkarên girtiyan: ‘Girtîgehan bikin nexwesxane’

PeyamaKurd - Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz derbarê talûkeya vîrûsa coronayê ya li ser girtîgehan diyar kir ku niha firsendeke mezin e ku girtîgeh werin vala kirin û wan bikin kampusên nexweşxaneyan û got: “Ger gav neyên avêtin wê demên pêş de jiyana girtiyan bikeve xetereyê.”

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Hevserokê Federasyona Komeleyeyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan a MED'ê (MED TUHAD-FED) Mehmet Temîzyuz têkildarî talûkeya vîrûsa coronayê (Covid19) a li ser girtîgehan axivî. Temîzyuz, bal kişand ser talûkeya vîrûsa coronayê û wiha got: “Divê demê ku jiyan di xeterê de û tedbîr neyên standin girtîgeh in. Ji ber ku rewşa girtîgehan ji hêla hewagirtinê, paqijiyê û ji hêla xwarinê da kêm dimîne. Hejmara girtiyan jî ji kapasiteya wan gelek zêde ye. Mirovên pispor ji bo vê nexweşiyê dibên gereke di nava mirovan de metre û nîv navber hebe lê em li girtîgeha dinêrin ranzeyên wan bi hev ve ne an jî du girtî li ser cihekê radizin.” 

‘Divê gırtîgeh bên valakirin’


Temîzyuz, diyar kir ku  Wezareta Dadê tedbîr bi qedexeya ziyaretên malbatan û parêzeran girtin û wiha axivî: “Tedbîrên wezaretê têre nake. Ji aliyekî gardiyan hene, leşker hene. Temasa van bi civakê re heye. Ji aliyekî girtiyên nexweş hene diçin nexweşxaneyan û tên, dermankirina wan berdewam dike. Ji ber vê tedbîrên ku niha di girtîgehan de hatine girtin ne bes in. Neteweyên Yekbûyî (NY) bal kişandin ser tahlûkeya girtîgehan. Diyar kirin ku ev nexweşî hêj negihiştiye asta pêşî negirtinê tedbîran bistînin. Niha Tirkiye jî di asteke destpêkê de ye. Hêj di nava civakê de zêdetir nebûyî divê pêşiya li girtîgeha û belavbûnê bê girtin.Têkeve hundirê girtîgehan û şunde girtî werin berdan ew girtî dê di nava civakê de bimînin. Tu wateya berdana wan nabe.”

4 hezar malbatan ji wezareta dadê re daxwazname şandin


Temîzyuz, anî ziman ku MED TUHAD-FED û komeleyên girêdayî wê hişyariyek derxist holê û got: “Pêwist e her kes li dijî talûkeya vîrûsê ji bo girtiyan dengê xwe derxe. Deng derxistin çiye? Em dibên bi riya çapemeniyê, di qada medyaya civakî de dengê xwe derxînin. Ji  Wezareta Dadê re daxwazname bişînin. Me kampanya 1 milyon daxwazname da destpêkirin. Me bi 4 hezar malbatên xwe re bi awayekî kolektif ji Wezareta Dadê re daxwazname şandin. Malbat ji bo girtigehan bang li civakê dikin. Dayika Sakîne Arat a 90 salî bang dike. Divê hikumet û civak dengê Dayika Sakîne bibhize. Bêjin dayik çi dixwaz e?