Îran: Em amade ne bi Amerîkayê re pevguhertina girtiyan bikin

08 June 2020 16:29 0 dîtin
Îran: Em amade ne bi Amerîkayê re pevguhertina girtiyan bikin

PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Îranê Elî Rebîî di civîneke rojnamevanî ya li Tehranê de ragihand, ew ji bo pevguhertina hemû girtiyan a bi Amerîkayê re amade ne.

Rebîî got ku di çarçoveya pevguhertina girtiyan de wan 3 zanyarên Amerîkî serbest berdaye û ew hêvî dikin heta hemû girtiyên herdu aliyan bên berdan prose berdewam bike.

Berdevkê Hikûmeta îranê destnîşan kir, “Wekî ku me berê bi caran gotiye, Îran ji pevguhertina girtiyan re amade ye. Li vir arîşeyek hebe ew ya Amerîka bi xwe ye.”

Hêjayî bibîrxistinê de, Îranê di van demên dawî de ji nû ve dixwaze vegere peymana nukleerî ku ji aliyê Amerîkayê ve hatiye betalkirin û ji ber wê jî rûbirûyî krîzeke kûr a aborî bûye.