Îran: Em ji pevguhertina girtiyan re amade ne
PeyamaKurd - Îranê ragihand ku ji ber metirsiya vîrûsa koronayê li Amarîka, ew amade ne bi Washingtonê re girtiyên hev biguherin.
Berdevkê hikumeta Îranê Eli Rabiyayi got, “Em ji bo pevguhertina girtiyan û danûstandinên li ser van pirsgirêkan amade ne.”
Rabiyayî da xuyakirin ku heta niha li ser pêşniyarê ti bersiv ji wan re ne hatiye dayîn.
Rabiyayî diyar kir, di her rewşeke metirsîdar a li girtîgehan de, wê Amerîka berpirsiyar be.
Hêjayî gotinê ye, herî dawî sala 2019an di navbera Îran-Amerîkayê de pevguhertina girtiyan hatibû kirin, lê belê piştî Serokê Amerîkayê Donald Trump peymana çekên nukleerî ya 2015an a bi Îranê re betal kir û dorpêçên nû li ser Îranê hatin sepandin alozîya navbera aliyan zêdetir bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin