Îran û Iraq ji bo pevguhertina girtiyan di nav danûstandinê de ne

06 December 2021 01:15 0 dîtin
Îran û Iraq ji bo pevguhertina girtiyan di nav danûstandinê de ne

PeyamaKurd – Hat ragihandin Iraq û Îran ji bo pevguhertina girtiyan û vegerandina girtiyan ji welatên wan re, di nav danûstandinê de ne.

Medya Îranê ragihandiye ku balyozê Îranê li Bexda Îrec Mescîdî li gel Wezîrê Dad a Iraqê Salar Ebdulstar civiya ye.

Li gor medya Îranê daye xuyakirin, di civînê de guftûgo derbarê vegerandina girtiyên di girtigehên herdu welatan de ji welatê xwe re hatiye kirin.

Wezîrê Dad a Iraqê amadebûna welatê xwe nîşandaye, piştî temambûna tedbîrên yasayî û hebûna mercên vegerandinê dikarin wan girtiyan ji welatên wan re bişînin.