Iraq û Îranê li ser pevguhertina gaza Îranê li hev kirin
PeyamaKurd – Iraq û Îranê li ser pevguhertina gaza Îranê li hember petrola xav a Iraqê li hev kirin.
Li gor ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, hikûmetên Iraq û Îranê rêkeftinek îmze kirine ji bo pevguhertina gaza Îranê bi petrola xav a reş a Iraqê.
Hat ragihandin, rêkeftin ji aliyê Iraqê ve ji aliyê Rêveberê Nivîsgeha Serokwezîriyê Îhsan Yasîn Ewadî ve û ji aliyê Îranê ve jî ji aliyê Balyozê Îranê li Bexdayê Mihemed Kazim Sadiq ve hatiye îmzekirin.
Herwiha hat eşkerekirin, rêkeftin piştî çend rojan ji danûstandinên di navbera şand û komîteyên hunerî û teknîkî yên her du aliyan de hatiye îmzekirin.
Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê da zanîn, ev rêkeftin di çarçoveya hewlên hikûmeta Iraqê de tê, ji bo çareserkirina kirîza dabînkirina gazê ji bo santralên elektrîkê li welat e.
Herî dawî got, ev rêkeftin ji bo dûrketina ji pirsgirêkên darayî û astengiyên sizayên Amerîkayê yên ku rê li ber berdewamiya dabînkirina gazê, karkirina santralan û îstiqrara hilberîna elektrîkê digire ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin