Iraq: Heta 5-10 salan pêdiviya me bi gaza Îranê heye
PeyamaKurd – Wezîrê Elektrîkê yê bi wekalet ê Iraqê Adil Kerim derbarê peymanên gazê yên bi Îranê re hatine îmzekirin de daxuyanî da û got, heta 5-10 salan pêdiviya Iraqê bi gaza Îranê heye.
Adil Kerim di televizyona fermî ya Iraqê de, li ser peymana gaza siruştî ya ligel Îranê ku demek berê hatiye îmzekirin axivî û diyar kir: “Heta niha me ji Îranê rojane di navbera 35 û 38 milyon metrekub gaz hawirde dikir. Me ji bo ev rêje derkeve 50 milyon metrekubê hin peyman îmze kirin.”
Wezîrê Iraqî got ku heta 5-10 salan pêdiviya Iraqê bi gaza Îranê heye û da zanîn, ji 1ê Hezîranê pê de jî ew ê dest bi dayîna deynê gazê bo Îranê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin