Îran: Em amade li ser girtiyan bi Amerîkayê re gotûbêjê bikin
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade piştî daxuyaniyên Amerîkayê yên derbarê destpêkirina danûstandinên ligel Îranê ragihand ku di mijara Amerîkayiyên li Îranê girtî ne de bi rêya Balyozxaneya Swîsreyê ji Amerîkayê peyam ji wan re hatiye.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê daye xuyakirin ku Berdevkê Wezareta Derveya Îranê Seîd Xetîbzade gotiye, ji bo berdana welatiyên Amerîkayê yên di girtîgehên Îranê de pêwendiya wan a rasterast a bi rêveberiya Washingtonê re nîne, lê wan bi rêya wezîrên derve yên hin welatan û balyozxaneya Swîsreyê ji rêveberiya Amerîkayê peyam wergirtiye.
Seîd Xetîbzade daye xuyakirin ku berdana welatiyên Îranê yên di girtîgehên Amerîkayê de ji bo wan mijareke sereke ye û lewma jî ew amade ne mijarê gotûbêj bikin.
Hêjayî gotinê ye, ji ber ku di navbera Tehran û Washingtonê de ti pêwendiyeke dîplomatîk nîne, ji ser balyozxaneya Swîsreyê gelek caran peyam têne şandin ku ev jî wekî danûstandineke fermî tê hesibandin.
Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan beriya vê daxuyaniya Îranê gotibû, ew di mijara rizgarkirina Amerîkayiyên li Îranê girtî ne de bi Tehranê re ketine pêwendiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin