Îran: Em amade ne ji bo derxistina Amerîkayê alîkariyê bidin Sûriyê

25 December 2019 21:58 0 dîtin
Îran: Em amade ne ji bo derxistina Amerîkayê alîkariyê bidin Sûriyê

PeyamaKurd - Şêwirmendê Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney, Elî Ekber Welayetî  ragihand, Îran amade ye ji bo derxistina Amerîkayê ji Sûriyê hevkariyê ligel rejîmê bike.

Elî Ekber Wîlayetî, di hevpeyvîneke kanaleke Rûsî de got ku Amerîka nefta Sûriyê didize û ev karê Serokê Amerîkayê Donald Trump dijî îradeya gelê Sûrîyê ye.

Welayetî diyar kir ku ew bi hêvîne di demeke nêzîk de destihlata nerewa ya Amerîkayê li herêmên nav erda Sûriyê nemîne û sînorek ji bo destwerdanên were were danîn.

Wî herwiha got, Îran amade ye li gorî karîna xwe xwe ji bo derxistina Amerîkayê alîkarîya Sûriyê bike.