Îran û Amerîkayê li ser pevguhestina girtiyan li hev kir: Girtiyên herdu aliyan hatin berdan

11 August 2023 19:10 0 dîtin
Îran û Amerîkayê li ser pevguhestina girtiyan li hev kir: Girtiyên herdu aliyan hatin berdan

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Îran û Amerîkayê li ser pevguhertina 5 girtiyên amerîkî yên li Îranê hatine desteserkirin, li hev kiriye.

Piştî daxuyaniya Koşka Spî ya derbarê 5 girtiyên amerîkî yên bi neheqî hatine desteserkirin, Îranê jî piştrast kir ku wan ji bo pevguhertina girtiyan li hev kiriye.

Li gorî lihevkirina navbera rayedarên amerîkî û îranî de, di encama muzakereyan de, 5 welatiyên Amerîka-Îranê ji girtîgehê hatine derxistin û ew xistine hepsa malê.

Herwiha dê di çarçoveya lihevkirinê de, pereyên Îranê yên cemidandî bên serbest berdan û gelek welatiyên Îranê yên li Amerîkayê hatine girtin jî werin berdan.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Elî Baqirî û rayedara Koşka Spî Adrienne Watson lihevkirina herdu aliyan piştrast kirin.