Girtîyek ji ber axaftina kurmancî hat cezakirin

18 September 2019 18:51 0 dîtin
Girtîyek ji ber axaftina kurmancî hat cezakirin

PeyamaKurd - Girtiyekî bi navê Ramazan Çekmen li Girtîgeha Cureya T ya bajarê Denizlî yê Tirkiyê, dema malbata wî serdana wî kiriye, bi kurmancî ji karmendê girtîgehê xwestiye wêneyê wan bigire û piştre jî ji ber vê axaftinê cezayê dsîplînê bo wî hatiye dayîn.

Hat ragihandin ku girtiyê bi navê Ramazan Çekemen ê 25 salî di hevdîtina 7ê Tebaxê ya ligel malbata xwe de, ji karmendê girtîgehê bi kurmancî wêneyê wî û malbata wî bigire û karmend jî jê re gotiye bi tirkî biaxive.

Piştre jî Çekmen ji karmend re gotiye: “Heke hûn wisa pir meraq dikin biçin qûrsa kurdî û hûn dikarin bi kurmancî fêr bibin.”

Ji ber vê axaftina ligel karmendê girtîgehê, piştî demekê Ramazan Çekmen bi hinceta ku  “li dijî karmendê wezîfedar bi awayekî neguncan henekê xwe pê kiriye” û ‘ev tevger li dijî qanûn û tuzikê ye. Ji girtiyên din re bûye mînaka nebaşiyê’ çend cureyên cezayê dsîplînê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bo wî hatiye sepandin.