Saredariya Amedê lewhayên Kurmancî da esnafan

20 February 2025 23:02 0 dîtin
Saredariya Amedê lewhayên Kurmancî da esnafan

PeyamaKurd – Hevşaredara bajarê mezin ya Amedê Serra Bucak, bi sedema 21ê Sibatê roja zimanê ‘bav û kala’ ye, li bazara taxê ya li navça Yenişehirê, etîketên an ku lewhayên li ser wan bi Kurmancî hatiye nivîsandin da esnafan. Bucak, her weha ji esnafan re behsa girîngiya zimanê dê kir.

Daîra şaredariyê ya Çandê û karên civakî ya şaredariya Amedê, li taxa Yenişehirê, li bazarê, bi sedema roja zimanê dê tevgerekî li dar xist. Di ahengê de şaredara Amedê Serra Bucak, hevserokê şaredariya Yenişehirê Mehmet Ergün, serokên daîreyan û endamên meclisê tevî rojê bûn.

Etîketên li esnafan parî kirin, li ser wan bi Kurmancî û Zazakî nivîsandibûn. Li ser tabelayan ‘Girtî-Vekirî’, ‘Hun bi xêr hatin’, kokartên ber yaqayan û stîckan belav kirin.

Bucak ji esnafat agahiyan girt û li ser rewşa bazarê dan û sitendina kirin.