Saredariya Amedê di derbarê angasta "Qendîlê qeyûm tayîn kiriye": Herriyê bavêje sop dimîne

09 June 2024 18:31 0 dîtin
Saredariya Amedê di derbarê angasta "Qendîlê qeyûm tayîn kiriye": Herriyê bavêje sop dimîne

PeyamaKurd - Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, di derbarê angaşta "Qendîlê ji Amedê re qeyûm tayîn kiriye" a ku di hin dezgehên ragihandinê de hatiye belavkirin daxuyaniyekê da û got: "Em bang li ew kesên ku bi feraseta 'herriyê bavêje şop dimîne' bi derew û nebiyan rê li ber qeyûm vekirine dikin. Gel, we du caran xist bin erdê û veşart. Ji ber vê yekê em ê destûrê nedin ku hûn careke din heman plana diziyê biceribînin."

Di derbarê nûçeyên bi sernavê "Qendîlê ji Amedê re qeyûm tayîn kiriye" ku îro di hin dezgehên çapemeniyê de hatin weşandin de Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniya şaredariyê de wiha hate gotin:

"Ev ji gotegotan wêdetir nîn in"

“Rojnameya Yenî Şafak a ku weke bultena çapemeniyê ya hikûmetê heldiweste, îro bi nebiya ‘Qendîlê ji Amedê re qeyûm tayîn kiriye’ û hewl daye bi ziyandana nasnameya sazîbûnê ya Şaredariya Amedê, hewl daye li dijî rêveberiya ku di 31ê Adarê de bi piştgiriya mezin a gel hatiye ser kar, operasyoneke sûîqastê pêk bîne. Ev parçeya kaxiz ku dûrî nirxên rojnamegeriyê, mafên kesane binpê dike û karnameya bêtawaniyê nas nake, ji bo tayînkirina qeyûm ên berî jî heman nûçeyan belav kiribû. Îro jî bi heman erkê raya giştî dixapîne û dibe sedema desteserkirina vîna ku bi rêbazên rejîmên dij-demokratîk û dîktatorî tê meşandin. Divê ev rojname û ew kesên ku vê angaştê nivîsandiye bizanibin ku ew kirine tetikkêş. Ti bingehên wan ên bi agahiyên reşkirinê yên ku ji sinc û etîka çapemeniyê dûr in tuneye û rêveberiya me dike şêla xwe û mafê gotinê nade me. Ev angaşt ji gotegotan wêdetir nînin."

"Gel, du caran we di bin axê de veşartin"

Di domîna daxuyaniya şaredariya Amedê de ji bo xwediyên vê angaştê ev hatin gotin: "Em bang li kesên ku bi derew, nebî û kampanyaya qirêj a ku ji aliyê çapemeniyê ve tê meşandin, bi nêzîkatiya 'heriyê bavêje şopa wê dimîne' re rê li ber ku dîsa heman plana dizînê biceribînin vedikin dikin: Gel du caran we xist bin axê. Ji ber vê yekê em ê careke din nehêlin ku hun hewla sazkirina diziyê pêk bînin.Em careke din bang dikin ku li ber deriyê şaredariyên ku bi vîna gel hatine bi destxistin bi hêzên polîs, çek an jî bi rêbazên nedemokratîk neyên ber dergehên şaredariyan.