Gola Wanê di pêsbirka NASAyê de nêzî fînalê ye: Dengdan heta 5ê Nîsanê didome

31 March 2021 21:03 0 dîtin
Gola Wanê di pêsbirka NASAyê de nêzî fînalê ye: Dengdan heta 5ê Nîsanê didome

PeyamaKurd - Wêneyê Gola Wanê ya li Bakurê Kurdistanê ku ji aliyê Ajansa Fezayê ya Amerîka (NASA) ve hatiye girtin di pêşbirka navdewletî ya NASAyê de gihîşt qonaxa nîvfînalê û kete nav 4 wêneyên herî zêde deng bo wan hatiye dayîn.

NASAyê 15ê Adarê, li ser asta navdewletî pêşbirkeke wêneyên ku ji aliyê fezayê ve hatine tomarkirin da destpêkirin ku wêneyê Gola Wanê jî di nav de hebû.

Di pêşbirka NASAyê de Gola Wanê ji %52.5 deng bidest xistine û di nav 4 wêneyên herî zêde deng wergirtine de cih girtiye. Dengdana fînalê ya her çar wêneyan 29ê Adarê destpê dike û heta 5ê Nîsanê berdewam dike.

Wêneyê Gola Wanê ji aliyê Astronota NASAyê Kate Rubins ve 12ê Îlona 2016an hatiye girtin.

Ji bo dengdana bo Wêneyê Gola Wanê hûn dikarin ji ser malpera fermî ya NASAyê https://earthobservatory.nasa.gov/tournament-earth dengê xwe bidin.