Li Gola Wanê ahenga flamîngoyan

25 August 2024 19:40 0 dîtin
Li Gola Wanê ahenga flamîngoyan

PeyamaKurd - Ji ber bi hezaran flamîngoyên koçber li hewza Gola Wanê bêhnvedanê kirin, li ser Gola Wanê dîmena ahenga flamîngoyan derket holê.

Flamîngoyên ku ji Afrîkaya Bakur heya Îranê diçin, li derdora Gola Wanê datînin û piştî bêhnvedanekê dîsa bi rêya xwe ve diçin.

Îsal jî bi hezaran flamîngo hatin û li peravên navçeya Bêgiriyê ya Wanê danîn.

Qaymeqamê Navçeya Bêgiriyê Melîh Aydogan diyar kir ku her sal fîlamîngo diçin navçeyê.

Melîh Aydogan destnîşan kir ku bi hatina flamîngoyan dîmenên rengîn derdikevin holê.

Mamosteyê Fakulteya Berhemên Avê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Dr. Mustafa Akkuş jî diyar kir li qada Gola Wanê her sal gelek teyr û tilûrên curbecur datînin û got ku flamîngoyên her sal ji Afrîkaya Bakur heya Îranê diçin tên li derdora Gola Wanê jî datînin û li ser Gola Wanê dîmeneke ahengdar derdikeve holê.