Graham: Divê pirsgirêkên bi Tirkiyê re bên helkirin

25 June 2020 01:12 0 dîtin
Graham: Divê pirsgirêkên bi Tirkiyê re bên helkirin

PeyamaKurd- Senatorê Amerîkî yê ku bandora wî gelek zêde li ser rêvebiriya Amerîkayê heye û hem serokê konseya kar ya Amerîka-Tirkiyê ye, Lindsey Graham, di semînera Transatlantic Talks de axifî û got; bo bi Tirkiyê re peymana bazirganiyê ya serbest çêbibe, divê arîşeyên ku di S-400, F-35 û mijara Sûriyê de hene, bên şareserkirin. Graham, bo karibin bi Tirkiyê re hevkariya xwe bi pêşde bibin, weha got:

“Eger pirsê ji min bikin û bêjin bo pêşdebirina têkiliyên bi Tirkiyê re tişta herî baş çiye ku bê guhertin, ez ê bêjim peymana bazirganiya serbest e. Lê dikarim bêjim astengiya mezin mijarên S-400, F-35 û mesela Sûriyê ne. Divê em van helbikin. Heya em vana helnekin, gelek zahmete ku têkiliyên me werin asta ku em dixwazin. Tirkiye hevkarekî pê tê bawerkirin. Weka hevkarê NATO yê hêzên xwe şand gelek deveran.

Divê em li Sûriyê çareseriyekî mayîn de bikin. Em naxwazin Şam ji aliyê Îranê de bê îdarekirin. Em endîşeyên Tirkiyê yên li Lîbyayê dizanin ku ji hebûna hêzên ji aliyê Rûsya de tên destekkirin acize. Ez jî di nav endîşeyê de me.

Rêvebiriya Trump dixwaze bingeha bazirganiya serbest bi Tirkiyê re ava bike lê divê van mijaran çareser bibin. Piştî aboriya me her dû welatan lihev kir, mirov dikare li Afrîkayê karên bi bandor bike. Em dikarin bi Tirkiyê re li Afrîkayê bo alternatîv hilberînên Çînê kar bikin, karê Çînê bişkênin û jê xweştir tiştek nîne. Bo em bigihên van hedefên xwe, divê em aboriyên xwe bêhtir nêzî hev bikin. Armanca min ev e.”