Nart: Divê pirsgirêkên Kurdan li Tirkiyê, bi mameleyeke navxweyî bêne çareserkirin

04 June 2022 15:00 0 dîtin
Nart: Divê pirsgirêkên Kurdan li Tirkiyê, bi mameleyeke navxweyî bêne çareserkirin

PeyamaKurd – Endamê Parlamentoya Ewropayê û Endamê Komîteya Karûbarên Derve û Berevaniyê Javier Nart serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû diyar kir: “Nabe tu hincetek ji Tirkiyê re bê çêkirin ku destwerdanê bike û divê pirsgirêkên Kurdan li Tirkiyê, bi mameleyeke navxweyî bêne çareserkirin.”

Javier Nart di axaftina xwe de eşkere kiriye, ew ji dîplomatên Tirkiyê re dibêje, rêkeftina aştiyê li Tirkiyê bêyî Kurdan nabe û nikarin Kurdan bikin Tirk.

Javier Nart daye zanîn, divê Kurd li her parçeyekî bi xwe karê xwe bikin û xwe birêve bibin, pêwendiyên dîrokî pirsgirêkan jî li pey xwe tîne. Javier Nart dibêje, Kurd li Îran, Tirkiyê, Sûriyê û li Iraqê divê her yek ji wan bi xwe biçe pêş û bi awayekî rasteqîn pirsgirêk bêne çareserkirin.

Herwiha Javier Nart destnîşan kiriye: “Yekem ez bi eşkere û bi zelalî diaxivim, divê em baweriyê bi xwe bînin, na, yekem bi xwe, duyem tişt, divê nerîneke praktikî hebe ji bo rewşa navçeyê, nabe em tu behaneyekê ji Tirkiyê re çêbikin ku destwerdanê bike, divê em li ber çav bigirin ku pirsgirêka Kurdan li Tirkiyê, divê Kurdên Tirkiyê muamelê li gel bikin, dema ez vê axaftinê dikim, di heman demê de ji Tirkan re dibêjim dema ez li gel wan kom dibim, diplomatkarên li Yekîtiya Ewropa û li ofîsa min li Brukselê, hûn qet nagihêjin tu rêkeftinên aştiyê li Tirkiyê bêyî Kurdan, lewra dive vê rastiyê li ber çav bigrin, hûn nikarin Kurdan bikin Tirk, dibe Kurdên Tirkiyê hebin lê Kurd bin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja Çarşemê 1ê Hezîrana 2022an, Endamê Parlamentoya Ewropayê û Endamê Komîteya Karûbarên Derve û Berevaniyê Javier Nart, li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bi Hevserokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer re civiyabû.