Gültan Kisanak tevlî merasima cenazê bavê xwe bû

07 August 2021 19:54 0 dîtin
Gültan Kisanak tevlî merasima cenazê bavê xwe bû

PeyamaKurd – Şaredara berê ya bajarê Diyarbekirê ya mezin Gültan Kışanak bi sedema duhî bavê wê Lütfi Özer jiyana xwe ji dest dabû, ji dozgerê zîndanê daxwaz kiribû da îznê bidinê ku tevlî cenaze bavê xwe bibe.

Li ser daxwaza Gültan Kışanak ku di zîndana Kandırayê ya tîpa F de ye, vê sibê wê birin Xarpêtê (Elazığ) da tevlî merasima cenaze bavê xwe bibe. Kışanak di serî de çû mala bavê xwe û paşî çû Mala Cemê.

Cenazê bavê Kışanak bi tevlîbûna gelek kesan birin taxa Feyzi Çakmakê, Mala Cemê ya Ehlîbeytê. Leşker nehiştin ku li Mala Cemê wêne bên kişandin.

Piştî merasima li Mala Cemê, cenazê Lütfi Özer birin gundê wî yê bi ser navenda Xarpêtê yê bi navê Sun ê ku dikeve ser rêya navçeya Kebanê û li gund li goristana Koca Seyîd sipartin xakê.