Gültan Kisanak daxwaz kir ku tevlî cenazê bavê xwe bibe
PeyamaKurd –Gültan Kışanak ku berê seroka şaredariya mezin ya Diyarbekirê bû û niha di zîndanê de ye, bi sedema wefata bavê xwe Lütfü Özer, bo dozgeriyê serî lê da ku here cenaze bavê xwe. Cenazê bavê Gültan Kışanak yê Lütfü Özer roja 7 ê tebaxê dê li gundê Sun ê yê bi ser navenda Xarpêtê dê bê definkirin.
Kışanak niha di zîndana tîp a F yê ya Kandırayê de ye. Heya niha dozgerî bersivekî nedaye Gültan Kışanak. Kışanak ji 30 yê cotmeha sala 2016 an de, bi sedema ‘damezrandina rêxistina terorê û rêvebiriya wê’ û ‘kirina propogandeya rêxistina terorê’ di zîndanê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin