Gule li binkeya baskê çar a PDKê ya li Silêmaniyê hatin resandin

20 September 2019 11:58 0 dîtin
Gule li binkeya baskê çar a PDKê ya li Silêmaniyê hatin resandin

PeyamaKurd - Berdevkê encûmena rêveberiya Silêmanî – Helebçê yê PDKê aşkera kir, ji aliyê kesên nenas ve gule li binkeyê baskê çar ê Silêmaniyê yê partiya wan hatin reşandin.

Berdevkê encûmena rêveberiya Silêmanî – Helebçê yê PDKê Eta Şêx Hesen ji ragehand, îro (20.09.2019) ji aliyê kesên nenas ve gule li binkeyê baskê yê çarê yê PDKê yê li Silêmaniyê hatine reşandin, lê ziyanên canî çênebûn.

Şêx Hesen amaje bi wê yekê jî kir, ku çend gule li binkeyê ketine û ragehand: ‘’Lijneya ewlehiya Silêmaniyê û îdareya Silêmaniyê li hember parastina binkeyê me berpirs in. Herwaha ji jiyana endamên me yên li sînorê Silêmaniyê, saziyên ewlehiyê û îdareya bajar jê berpirs e.’’