Guterres banga lêkolîneke hûrî bo êrîsa Zaxoyê kir
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, li ser êrîşa roja Çarşemê ya artêşa Tirkiyê bi ser gundê Perexê yê Zaxoyê de, daxuyaniyek belav kir û daxwaza lêkolînê bo topbarana devera geştyariyê kir ku 9 kes hatibûn kuştin û li dor 30 kesan jî birîndar bûbûn.
Antonio Guterres di daxuyaniyê de got: “Divê lêkolînên bi hûrgilî li ser bûyera topbarana Zaxoyê were kirin. Herwiha ez sersaxiyê li malbatên qurbaniyan dikim, hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.”
Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert jî berî niha êrîşa li Zaxoyê şermezar kiribû û dabû xuyakirin: “Careke din xelkê sivîl dikevin bin bandora topbaranê, ku li gor yasayên navdewletî nabe êrîşî xelkê sivîl were kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin