Guterres: Bila Newroz bibe sedema astî û aramiya cîhanê

21 March 2024 13:27 0 dîtin
Guterres: Bila Newroz bibe sedema astî û aramiya cîhanê

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di peyama xwe ya Cejna Newrozê de hêviya aştî û aramiyê  kir.

Guterres di peyama xwe ya pîrozkirina Cejna Newrozê de wiha got:

“Hevalên hêja, Newroz cejna destpêkek nû ye. Destpêka sersala nû ye, hatina biharê û vejîna xwezayê ye. Cejna Newrozê bi mîlyonan mirovên ji nifş û neteweyên cihê dicivîne. Di vê dema dijwar de Newroz ji bo diyalog, cîrantiya baş û lihevkirinê wêrekbûnê vedixwîne.”

Guterres wiha got: “Ev cejn armanc û nirxên Neteweyên Yekbûyî, mafên mirovan û rûmeta mirovan xurt dike. Loma em hemû bi rihê Newrozê ber bi rêya aştiyê ve bimeşin. "Werin em hêza xwe ji bo çareserkirina nakokiyan, xurtkirina yekîtiyê û piştgiriya hev bikar bînin."

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di berdewamiya peyama xwe de got: "Ez pîrozbahiyê li hemû kesên ku Newrozê pîroz dikin dikim û hêvî dikim ku Newroz ji bo cîhanê bibe sedema aştî, aramî, tenduristî û bextewariyê."