Guterres: Divê ev serê bêwate bidawî bibe!
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di hevdîtina xwe ya ligel Serokomarê Awistiryayê Alexander Van der Bellen a li paytex Vîyenayê de, li ser şerê ku Rûsyayê dijî Ukraynayê daye destpêkirin axivî.
Guterres di civîna rojnamevanî ya ligel Van der Bellen de, behsa girîngiya saziya Neteweyên Yekbûyî kir ku piştî şerê Duyem ê Cîhanê hatiye damezrandin û got, şerê ku Rûsyayê dijî Ukraynayê daye destpêkirin di gelek warên enerjî, ewlehî û dabînkirina xurekan de li cîhanê bûye sedema krîzê ku wî hefteya borî li Moskow û Kîevê jî ev aniye ziman.
Guterres bal kişand ser ku ew hewlên xwe yên bo dîyalogê didomînin û di berdewamê de diyar kir, hejmara welatiyên neçar dimînin terka welatê xwe bikin her roj zêde dibe, divê ev şerê bêwate ku dibe sedema êşên mezin bidawî bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin