Guterres: Serê Xezzeyê bûye bermîla barûdê ya li ber teqînê

22 January 2024 14:36 0 dîtin
Guterres: Serê Xezzeyê bûye bermîla barûdê ya li ber teqînê

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres destnîşan kir ku bi ser şerê Xezzeyê rewşa Rojhilata Navîn wek bermîleke barûdê ya li ber teqînê ye û ji bo pêşîlêgirtina mezinbûna pevçûnan got "divê xebat bêne kirin."

Guterres di axaftina xwe ya destpêka Lûtkeya G77+Çîn a li Kampalaya paytexta Ûgandayê hate lidarxistin de got: "Operasyonên leşkerî yên Îsraîlê, di pêvajoya sekreteriya giştî ya min de, bu sedem ku di radeya herî bilind de têkçûna girseyî û mirina sivîlan rû bide."

Guterres diyar kir ku ji bo sivikkirina azarên mirovan ên li Xezzeyê, alîkarî bigihêje kesên hewcedar û serbestberdana rehîneyan hêsan bibe, divê bi lezgînî agirbesteke mirovî bê ragihandin.

Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres pêwîstiya rêbaza çareseriya du-dewletiyê teqez kir û got ku nayê qebûlkirin Îsraîl û Filistîn vê rêbazê pesend nekin.

Guterres her wiha destnîşan kir ku redkirina mafê dewletbûnê yê Filistîniyan, wê bibe sedema dirêjbûna pevçûnên ku ji bo aştî û ewlehiya cîhanê dibe gefeke mezintir.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû duh, di daxuyaniyeke xwe de helwesta xwe ya redkirina avakirina dewleta Filistînê dubare kiribû.

Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê Îsraîlê Itamar Ben-Gvîr jî bi daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî X'ê, piştgirî da Netanyahû.