Hakan Fîdan bi hevtayê xwe yê Alman re hevdîtin kir

14 October 2023 13:59 0 dîtin
Hakan Fîdan bi hevtayê xwe yê Alman re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li paytexta Misirê Qahîreyê bi Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock re behsa rewşa Filistînê kir.

Hakan Fîdan li Qahîreyê ku ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Misrê Sameh Şukrî ve hatibû vexwendin, têkiliyên xwe didomîne.

Wezîra Derve ya Tirkiyê Fîdan li Qahîreyê bi Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazzeyê, alîkariya însanî ya ji bo Xezeyê û valakirina ji Gazzeyê hatin nirxandin. Her wiha rewşa Ukrayna û Qerebaxê jî hat axaftin.

Tê çaverêkirin ku Fîdan ji aliyê Serokomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî ve were pêşwazîkirin û bi Wezîrê Derve yê Misrê Sameh Şukrî re bicive.

Tê çaverêkirin ku di hevdîtinan de hemû aliyên pêwendiyên Tirkiye û Misirê bên gotûbêjkirin, herwiha li ser geşedanên rojane yên herêmî û mijarên navneteweyî jî nêrînên xwe bên guftûgokirin.