Hakan Fîdan bi hevtayê xwe yê Îrlandî re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bi Cîgirê Serokwezîrê Îrlandayê û Wezîrê Derve û Berevaniyê Mîcheal Martin re civiya.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di çarçoveya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de li Turkevî bi hevtayê xwe yê Îrlandî Martîn re hevdîtineke dualî pêk anî.
Di hevdîtinê de têkiliyên me yên dualî û serdanên dualî yên di asta bilind de, Înîsiyatîfa Genimê Deryaya Reş, geşedanên dawî yên di mijara Qibrisê û têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de hatin nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin