Hamas: Netanyahu ji peymana agirbestê dûr dikeve
PeyamaKurd – Endamê Buroya Siyasî ya Hamasê Îzzat El Rişq diyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji peymana agirbestê ya ji bo dewamkirina qirkirina li Xezzeyê xelas bûye.
Rişk derbarê daxuyaniya Netanyahû ya ku gotibû Îsraîl li Xezzeyê "ji bo peymaneke qismî amade ye" daxuyaniyeke nivîskî da.
Rişk tekez kir ku “Axaftina Netanyahu ya li ser rêkeftineke qismî û berdewamiya êrîşan nîşan dide ku ew derewan li malbatên girtiyan dike û xema jiyana zarokên wan nagire. Helwesta Netanyahu ya rast ev e ku ji bo lihevkirinek çênebe ji agirbestê dûr dikeve, ji bo zeman qezenc bike û qirkirinê berdewam bike.”
Herwiha bang li rêveberiya Amerîkayê kir ku dev ji alîgirê Netanyahu berde û bêdeng bimîne û zextê li wî bike ku şer rawestîne.
Netanyahu di 23ê Hezîranê de di hevpeyvîna xwe ya bi kanala 14 a televizyona Îsraîlê re amaje bi wê yekê kiribû ku ew ê êrîşên li ser Xezzeyê bi temamî rawestînin û got, "Ez amade me lihevkirineke qismî bikim."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin