"Hamasê peymana agirbestê pêspesend kir"
PeyamaKurd – Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Qeterê de hat gotin ku "Hamasê peymana agirbestê pêşpesend kir ku tê de rawestandina pevçûnên li Xezzeyê û pevguhertina girtiyan heye."
Hat diyarkirin ku Kabîneya Şer û Kabîneya Ewlekariyê ya Îsraîlê wê bi Hamasê re li ser pevguhertina girtiyan û agirbesta demkî bicivin.
Di nûçeya rojnameya Times of Israelê de ku li ser çavkaniyeke navê wî nehatiye eşkerekirin, hat destnîşankirin ku wê îro danê êvarê kabîneya cengê li Tel Avîvê yekem car bicive.
Hat ragihandin ku piştî civîna Desteya Wezîran a Şer bi dawî bibe, wê endamên Desteya Wezîran bên cem hev.
Hat ragihandin ku di her du hevdîtinan de wê mijara pevguhertina girtiyan û agirbesta demkî ya bi Hamasê re bê axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin